Bê guman divê hûn tevlî bibin! (Kurdiska)
Ma hûn meraq dikin ku hûn çima beşdarî sendîkayê bibin? Ma hêjayî wan sed banknotan e? Bersiv belê ye - bi her tiştê ku kollektivavtalet (peymana kolektîfî) û endametî dide we, pir zêde li we vedigerin.
7 sedemên baş ji bo tevlîbûna li IF Metall’ê
Gava ku gelek ji me hene û yekgirtî ne, hingê em dikarin li ser maf û berjewendîyên wekî din em ê ji dest didin muzakere bikin, tiştên ku em pir caran ji serî wek ya xwe dihesibînin. Gelek sedem hene ku hûn beşdarî IF Metall’ê bibin. Li vir yên herî girîng hene.
1. A-kassa û sîgortaya/temînata hatinê
Heger hûn karê xwe winda bikin, hûn dikarin ji A-kassayê (temînata bêkariyê) tezmînatê bistînin. Ji bilî vê, temînata hatinê di nav endametiyê de ye.
Biner ka hûn dikarin çiqas pereyên bêkariyê bistînin!
2. Şert û mercên xweş û mûçeyeke baş
Bi saya peymanên me yên kolektîfî, di nav tiştên din de, hûn mûçeyeke adil, birêkûpêkî zêdekirina mûçeyan, demên xebatê yên maqûl, tezmînata zêde, heqê nexweşiyê û kêmkirina demên xebatê werdigirin. Dema ku we karê xwe qedand, hûn dikarin ji avtalspensionen’ê (teqawidiya peymanî) ya bêhtir sûd werbigirin.
3. Ciyê xebatê ya bi ewle
Ciyeke baş a xebatê ji bo pêşîgirtina li qeza û nexweşiyan girîng e. Em piştrast dikin ku kardêr li gorî Arbetsmiljölagen (Qanûna Jîngeha Kar) tevdigere û skyddsombud (nûnerên ewlehiyê) hene ku ji bo ewlehî û xweşiya we dixebitin.
4. Dema pêwîst be alîkarî û piştgirî
Em şîret û piştgiriyê didine we li dema bûyera jikaravêtin, rehabîlîtasyon’ê, muzakereyên mûçe û hêj bêhtir. Heger hewce be, hûn dikarin alîkariya huqûqîî jî werbigirin. Em di heman demê de dixebitin da ku hûn bikaribin di rola xwe ya pîşeyî de mezin bibin, da ku hûn bibin xwediyê jêhatîbûnên ku dê di pêşerojê de jî li rewacê bin.
5. Temînata hem li ser kar û hem jî li dema vala
Hûn dikarin tezmînata ji bo zirarên kar û her weha qezayan li dema xwe ya vala û dema ku hûn nexweş bin bistînin, bi riya kollektivavtal’ê û temînata endaman bistînin. Dema hün di îzna dêbavtiyê de bin, hün pereyên ekstra jî distînin. Derbareyê temînatên endamtiyê bêhtir li vir bixwînin
6. Bandora li ciyê kar
Di gelek mijarên girîng de, berî ku biryar werin girtin, divê kardêr li cîhê kar bi sendîkayê re danûstandinan bike. No nimûne, ew dikare derbareyê guhertinên saetên kar û erkên kar be, yan jî derbareyê pêşxistina mûçe li cîhê kar be.. Hûn dikarin li ser vê yekê bandora xwe bikin.
7. Bi hev re em bi hêz in
Bi tena serê xwe kirina daxwaza mafê xwe zehmet e. Lê hûn ne bi tenê ne. Em zêdetirî 300,000 endam in. Em bi hev re dikarin şert û mercên hemî karkerên sinaiyê baştir bikin û edaletê di civakê de zêde bikin.
Sîgorteya dahatê wisa dixebite
Heger hûn karê xwe winda bikin, we ewlehiya darayî ya zêdet bi temînata dahata me ya ku di nav endamtiyê de heye werdigirin . Ew A-kassan’ê temam dike da ku hûn heta 100 rojan bi tevahî ji sedî 80ê ji dahata xwe ya tezmînatê bistînin.
Nimûneya li vir nîşan dide ku tezmînata we dikare çawa be di rojên 1-100, heger hûn mehê ji 33,000 kronan zêdetir ji A-kassan’ê qezenc bikin.
Bi vî rengî hûn beşdarî IF Metall’ê dibin
Mirov bi h^sanî dikjare bibe endamê IF Metall’ê. Heger te BankID hebe, tu dikarî li vir li ser malperê serlêdana endametiyê bikî. Heger hûn di serlêdanê de hewceyê alîkariyê bin, bi nûnerê sendîkayê re li cîhê karê xwe biaxivin an bi beşa xwe ya herêmî ya IF Metall’ê re têkilî daynin.
Mesrefa wê çi ye?
Xerca endametiyê bi hatina we ve girêdayî ye. Xercêi IF Metall’ê ji sedî 1,5ê dahatê ye, ku mehê 435 kron e heger hûn 29,000 kron qezenc bikin. Ji bo heqê endametiyê, heger hûn karê xwe winda bikin û hemî tiştên din ên girîng ên ku hûn dikarin li ser vê rûpelê bixwînin, hûn ewlehiya civakî û temînata dahatê werdigirin.